Li Amasyayê qeza: 2 mirî, 8 birîndar
Li navçeya Merzîfonê di qezaya trafîkê ya zincîrê de ku 3 otomobîl li hev qelibîn ku ji ber qezayê 2 kesan jiyana xwe ji dest dan û 8 kes jî birîndar bûn.
Qeza li ser rêya Merzîfon-Samsûnê li girêka gundê Çavundurê pêk hat.
Li gor agahiyên ku hatine wergirtin H.T. bi wesayîta di bin xwe de li wesayîta ku ajokarê wê S.Y. qelibî. Di qezayê de 2 kes mirin, 8 kes jî birîndar bûn.
Li ser agahdarkirinê 112 ekîbên tenduristiyê yên lezgîn, agirkuj, cendirme û polês sewqî cihê qezayê hatin kirin.
Birîndar hatin rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Merzifon Kara Mustafa Paşa û Nexweşxaneya Dewletê ya Suluovayê.
Derbarê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin. (ÎLKHA)