• DOLAR 34.637
  • EURO 36.501
  • ALTIN 2931.411
  • ...
Mela Enver Kiliçarslanê Serokê Giştî yê ÎTTÎHADUL ULEMAyê yê ku bi minasebeta Cejna Remezanê daxuyanî belav kir peyamên girîng da.
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Kiliçarslan, anî ziman ku cejn ji bo Mislimanan rojên şahiyê ne û destnîşan kir ku divê dawî li hêrsbûnê bê û xizm û nasan ziyaret bê kirin.

"Ez ji Xwedê dixwazim ku gelê mezlûm ji zulma kafiran xilas bike"

Kiliçarslan diyar kir ku ew Cejna Remezanê ya temamê ummeta Îslamê pîroz dike û wiha got: "Ez cejna Filistîn, Afganîstan û hemû mezlûm û kesên di bin zilmê de ne pîroz dikim.  Hêvî dikim ku Xweda gelê mezlûm di zûtirîn dem de ji zulma kafiran rizgar bike. Ez ji Rebbê xwe daxwaz dikim ku bi minasebeta Cejna Remezanê yekîtî û hevgirtina Mislimanan pêk bîne.”

"Xwedê tu carî dijminên Îslamê neke serokê me"

Kiliçarslan di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir: “ Bila Rebbê min Mislimanan li hember dijminên wan bi ser bixîne. Xwedê qet cihû, xiristiyan, sosyalîst û komunîst, dijminên Îslamê, neke serokên misilmanan. Ez yekitiya Mislimanan dixwazim.Ez ji Xwedê dixwazim ku wan li ser kafiran bike serwer û hukumran. Ez ji Rebbê xwe dua dikim ku zaferê bide Mislimanan. Xweda tu carî firsetê nede kesên ku li dijî Îslamê û nirxên wê şer dikin. Ez hêvî dikim ku ummeta Îslamê li hember dijminên xwe bi ser bikeve. Hêvî dikim ku Misliman li her derê cîhanê, bi taybetî jî li Tirkiyeyê desthilatdariyê bikin.”

Kiliçarslan di dawîya axavtina xwe de destnîşan kir, divê ew kesên ku ji hev xeyidîne divê li hev werin û hevdu ziyaret bikin.(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir