Wesayîta ku wezîfedarên tenduristîyê tê de bûn qeza kir: 13 birîndar
Hat ragihandin li navçeya Xelata Bidlîsê wesayîta ku wezîfedarên tenduristîyê tê de bûn qeza kir.
Qeza vê şeveqê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin li navçeya Xelata Bidlîsê wesayîta ku wezîfedarên tenduristîyê tê de bûn û ji bajaroka Ovakişlayê diçû alîyê Diyarbekirê ji ber sedemeke ku hêj nayê zanîn qeza kir.
Di encama qezaya ku pêk hat de 2 jê zarok bi tevahî 13 kes birîndar bûn. Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexwşexaneyê.(ÎLKHA)