Li Yemenê ji ber alîkarîya ku hat kirin îzdîham pêk hat: 79 kes mirin
Li gor agahiyên ewil li Yemenê di dema belavkirina alîkariyê de 79 kesan jiyana xwe ji dest dan û zêdeyî 100 kes jî birîndar bûn.
Beriya Cejna Remezanê dema ku hin karsazên li Sana'yê li dibistanekê ji bo xêrxwaziyê pere belav dikirin, îzdîham pêk hat.
Li gor agahiyên ewil di îzdîhamê de 79 kesan jiyana xwe ji dest dan û zêdeyî 100 kes jî birîndar bûn.
Derbarê bûyerê de 2 esnafên ku berpirsyarê belavkirinê ne hatin binçavkirin, derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)