• DOLAR 32.883
  • EURO 35.182
  • ALTIN 2450.326
  • ...
Yetîm Elî ya Ewropayê li Burundîyê alikarîya erzaqe da 500 malbatan
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Dilxwazê Yetîm Elîya Ewropayê Nîzamettîn Aygan, der barê xebatên xwe yên alîkariyê de ji nûçegihanê ÎLKHAyê re axivî û werê got, "Em di çarçoveya Remezana 2023an de li Burundîyê ne ku yek ji welatên herî feqîr ê cîhanê ye. Burundî tevî belengazî û birçîbûnê piştî karesata lehiyê êşa wan zêdetir bû. Li gorî rapora Neteweyên Yekbûyî, gelê Burundî ku yek ji welatên herî feqîr ê cîhanê ye, ji bo jiyana rojane bi dolarek kêmtir micadeleya jiyanê didin."

"Tevî ku me giraniya xwe da qada erdhejê jî, em hatin Burundîyê da ku hêviyên birayên xwe bi cih bînin."

Aygan bi bîr xist ku ji ber erdhejên li Gurgum ê xebatên xwe li herêma erdhejê zêde kirine. Aygan gotinên xwe werê domand, "Em wek Yetîm Elîyê Ewropayê giraniya xwe da qada erdhejê, welatê xwe. Lê hêviyên birayên me yên li vir jî ji me hene. Em jî hatin vir da ku van hêviyên wan bi cih bînin. Helbet bernameya me ya alîkariyê bi erzaq, alikariya pere, qurbana dehî-eqîqe, xwarina fitarê û gelek projeyên din berdewam dike. Xwedê alîkariya ku hatiye şandin di qatê xwe de qebûl bike. Di berdêla wan tiştên ku ji bo xatirê vê meha Remezanê hatine dayîn, li dinya û axretê bi xêr û xweşî û bextewarî wan xêrxwazan be."

Aygan, diyarkir ku wek Yetîm Elîya Ewropayê ew ê ne tenê li Burundî, li quncika herî dûr a cîhanê jî ji bo bindestan bibin hêvî. (ÎLKHA)







Bu haberler de ilginizi çekebilir