Ji Ûkrayna'yê daxuyaniya pevguhartina êsîran: 130 leşkerên Ûkrayna'yê hatin berdan
Di çarçoveya pevguhertina êsîran a di navbera Moskova û Kîev'ê de 130 leşkerên Ûkrayna'yê ji teref Rûsya ve hatin berdan.
Gava ku şerê navbera Rûsya û Ukraynayê berdewam dike, pevguhertina girtiyan di navbera her du welatan de berdewam dike.
Andrey Yermak a Desthilatdarê Ofîsa Serokatiya Dewleta Ûkraynayê ragihand ku 130 leşkerên Ûkrayna'yê di çarçoveya pevguhartina êsîran bi Rûsya'yê ve hat berdan, Yermak gotinên xwe werê doman, "Pevguhertina êsîran di van rojên dawî de di çend qonaxan de pêk hat û 130 Ukraynî vegeriyan".
Ji teref Rûsya'yê ve derheqê pevguhartinê de daxuyaniyek fermî hê nehat dayîn. (ÎLKHA)