Otobus û ambulans li hev qelibîn: 3 birîndar
Li Kocaeliyê di encama qezaya ku pêk hat de 3 personelên tenduristiyê birîndar bûn.
Qeza li navçeya Îzmîtê pêk hat. Li gor agahiyên ku hatine wergirtin Ambûlansa ku şofêrê wê S.M. bû li otobusa gel a ku şofêrê wê Î.S. bû qelibî. Qeza li kolana Yenîşehîrê li ser cehdeya Seymenê pêk hat.
Şofêrê ambûlansa ku ji ber tesîra qezayê wergeriya û personelên tenduristiyê H.E. û C.K. birîndar bûn.
Birîndar bi ambûlansan rakirin nexweşxaneyên derdorê. Der barê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)