Avrupa Yetim Eli li Burundîyê ji îxtiyacdaran re Quran hedîye kir û ji feqîran re jî alîkarîya neqdî kir
Avrupa Yetim Eliya ku him li nava welêt û him jî li derveyî welêt xebatên alîkarîyê dike, di vê meha Remezanê de li Burundîyê xebatên xwe bênavber didomîne.
Komele li gund û gundikên li herêma Gatumbaya girêdayê bajêrê Bujumburayê ne li medreseyekê bi bi sedan xwendekaran re Quran belav kir û ji gelek malbatên feqîr re jî alîkarîya neqdî kir.
Nizamettîn Ayganê Dildarê Avrupa Yetim Eli derbarê xebatê alîkarîyê yên ku ji teref wan ve li Burundîyê tên kirin de daxuyanîyek da û destnîşan kir: “Ez ji wan xuşk û birayên xwe yên ku zikat, fitre û sedeqeyên xwe ji me re şandin re teşekkur dikim. Xweda nesîb bike em ê alîkarîyên xwe bidomînin. Xweda xêra xêrxwazan qebûl bike.”(ÎLKHA)