• DOLAR 32.246
  • EURO 35.031
  • ALTIN 2491.063
  • ...
Mexdûrên erdhejê ji bo dildarên Karwana Hêvî spasîyên xwe anîn zimên
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

"Me piştî erdhejê cara ewil ecîn xwar"

Mehmet Mustafa Yilmaz ji dildarên Kerwana Hêviyê re spas kir û wiha got: "Xwedê rehma xwe bide hevalên me yên ku bi dildarî di Kerwana Hêvî de dixebitin. Her roj li vir çi ji destê wan tê dikin. Okanê ku li vir ji bo me pir bi qîmet e, ji me re acînê distrîne. Bû nesîb min jî xwar. Spas ji we hemûyan re. Xwedê ji wan razî be."

"Xwedê wan hemûyan ji qeza û bela biparêze"

Zelîha Akman diyar kir ku xwarin di hawîrdoreke hijyenîk de tên çêkirin û xweş in û wiha got: “Ez ji temamê xebatkarên Kerwana Hêvîyê re teşekkur dikim. Xweda xêra wan qebûl bike.”

“Rebbê min hem li dinya û hem jî li axretê ji we razî be”

Fatma Urder  jî derbarê mijarê de destnîşan kir xebatkarên Kerwana Hêvî ji bo welatiyan dibetilin û wiha got: “Em ji hemû xebatkarên Kerwana Hêvî memnûn in, ji bo me bêzar bûne. Ji bo me ew qas hewl didin ku ne yek kes, ne deh kes lê  bi hezaran kes ji bo me têdikoşin. Rebbê min hem li dinya û hem jî li axretê ji we razî be, em gelek memnûn in, ji xwarinên hazirkirî jî em pir memnûn in, ciwan û kal û pîr tên û xwarinên me digrin.”

"Xwedê wan hemûyan razî bike, ew karekî mezin dikin"

Mahmut Topaloglû got, "Xwedê ji van hemûyan razî be, karên pir baş dikin. Ji bo me her tim hewl didin. Dema kesên ku malên wan ji ber erdhejê hilweşiyane di konan de mexdûr in, ez vê yekê rast nabînim kesên ku malên wan nehatine xerakirin werin û wek hewcedaran malzemeyan bikirin, çima wisa dibe." (ÎLKHA)

 









Bu haberler de ilginizi çekebilir