• DOLAR 32.299
  • EURO 35.212
  • ALTIN 2468.426
  • ...
Di mutalaaya doza 6-8ê Cotmehê de ji gelek HDPyîyan re cezaya hepsa muebbet hat xwestin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Mutalaya derheqê êrîşên ku di sala 6-8ê Cotmeha sala 2014an hat kirin de at daxuyandin. Di doza ku hat dîtin de mutalaya ku ji 5 hezar û 268 rûpelan pêk dihat ji teref Cemaleddîn Şîmşekê Dozgerê Komarê ve bi kurtasî hat xwendin.

Li gorî mutalayê PKK û îdareya HDPê di sala 2014an de êrîşa DAIŞê ya bi ser Efrînê de kirin hincet û bang li terefdar û elamên xwe kir ku ji ber vê yekê li 31 bajaran zêdetirî 50 kesên ku di nav de Yasîn Boru û hevalên wî jî hebûn hatin qetilkirin.

Di mutalayê de ji kesên bi navê “Selahattin Demirtaş, Figen Yüksekdağ Şenoğlu, Ahmet Türk, Bircan Yorulmaz, Ali Ürküt, Alp Altınörs, Altan Tan, Ayhan Bilgen, Ayla Akat Ata, Aysel Tuğluk, Ayşe Yağcı, Bircan Yorulmaz, Bülent Barmaksız, Cihan Erdal, Nazmi Gür, Dilek Yağlı, Emine Ayna, Sırrı Süreyya Önder, Gülser Yıldırım, Gültan Kışanak, Günay Kubilay, İsmail Şengül, Zeki Çelik, Pervin Oduncu, Sebahat Tuncel, Zeynep Karaman, İbrahim Binici, Can Memiş, Gülfer Akkaya, Berfin Özgü Köse, Emine Beyza Üstün, Meryem Adıbelli, Sibel Akdeniz, Mesut Bağcık, Nezir Çakan û Aynur Aşan”  re  ji ber ku digel PKKê bi şiklekî organîze hereket kirin, ji her yek ji wan re carekê cezaya hepsa muebbbet û ji dîsa ji kesên bi navê “Demirtaş, Şenoğlu, Türk, Yorulmaz, Ürküt, Altınörs, Tan, Bilgen, Ata, Tuğluk, Yağcı, Yorulmaz, Barmaksız, Erdal, Gür, Yağlı, Ayna, Önder, Yıldırım, Kışanak, Kubilay, Şengül, Çelik, Oduncu, Tuncel û Karaman” re ji ber bi şiklekeî wesf kuştina 6 kesên ku Yasîn Boru û hevalên wî jî di nav de ji her yekî ji wan 6 car cezaya hepsa muebbet hat xwesin.(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir