• DOLAR 32.383
  • EURO 34.81
  • ALTIN 2405.099
  • ...
Weqfa Evîndarên Pêxember: Ummet wê Quds û Mescîda Eqsa’yê bi hev re rizgar bikin!
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

“Ummet wê Quds û Mescîda Eqsa’yê bi hev re rizgar bikin!”

Daxuyanîya çapemenîyê li ser navê weqfê ji teref Menaf Adiyaman ve hat xwendin. Adiyaman di destpêka daxuyanîya xwe de ji sûreya Îsraya ayeta 1em:“Ewê ku evdê xwe di şevekê de ji bo hin ayetên xwe şanî wî bide, ji Mizgefta Heramê birîye Mizgefta Eqsa’yê ya ku me hawirdora wê pîroz kiriye, ji her kemasîyê pak û berî ye. Bêgûman Ellah semî’ û besîr e.”  di bîr xist û dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir.Em di îna dawî ya meha Remezanê de bi minasebeta "Roja Qudsê ya Cîhanê" hatin cem hev. Di dema ku Quds di bin dagirkeriyê de ye û ji aliyê barbarên siyonîst ve êrîş li Mescîda Eqsayê tê kirin, em ê ji bo azadkirina vê cihê pîroz û qibleya yekem a Îslamê hevdîtinên xwe berdewam bikin û dengê xwe bilind bikin. Em di wê baweriyê de ne ku ev pêvajoya dagirkeriyê wê zêde nedome û civîna roja ummeta Îslamê ya ku li Qudsa azad be nêzîk e. Em dizanin ku ji bo nêzîkkirina cihên dûr hewce ye micadeleyeke mezin bê meşandin. Ev micadele ne li ser milên Misilmanên Filistinê tenê ye. Micadeleya ku wê hemû Misilman li ser jêpara hevpar a Qudsê werin cem hev û bidomînin, wê deriyê azadiya Qudsê veke. Sedema ku heta îro dagirkerî berdewam kiriye ew e ku Ummetê di cepheyekê de berxwedaneke hevpar nîşan nedaye. Ger her Mislimanek satilek av birijîne, wê lehî li rejîma îşxalker a siyonîst rabe û wê helak bibe.Em di sedsalekê de dijîn ku em tê de ji ber têkçûna rewşenbîrî qels bûne, berjewendîyên netewî û nakokiyên navxweyî didin pêş. Divê em windabûna xwe bibînin û sedsalek din winda nekin. Çimkî her dema ku derbas dibe her tim li dijî ummeta Îslamê dixebite. Divê êdî were dîtin ku yekîtiyek xurt ji bo nêzîkkirina cihên dûr û rizgarkirina Qudsê ya ji dagirkeriyê pêdivî ye.”

“Bi sedan pîrek û zarokên me yên Misilman yên Filistînê ku di zîndanan de ne, li ber duayen ummetê li benda alikarîya wan a fiîlî jî ne”

Adiyaman di bedewama daxuyanîya xwe de balan kişand li ser rewşa Mislimanên Filistînî û wiha got: “Kabûsa rejîma sîyonîst ya ku di xewnên xwe de dibîne, yekîtîya Îslamê ya xurt e. Yekîtî, yekane rêya sekinandina sîyonîzme ya ku ji belawelatîya me bi berfirehkirina dagirkeriyê hewl dide mayînde bike ye. Yekem gava ku ji bo avakirina yekîtiyê bê avêtin, meşru nedîtina rejîma siyonîst e. Pevajoyên ku li bin navê “Asayîbûn”ê tên pozberkirin, tu fêde nade ummeta Îslamê û wê rejîma dagirker xurttir bike, kuştin u tevkujî zêdetir bike. Bi rastî, tiştên ku di van salên dawî de qewimîn, nîşana vê yekê eşkere dike.Li Filistînê hema her roj êrîş li Mescîda Eqsayê tên kirin û xeberên şehîdan tê. Zext û girtin zêde dibin, Misilmanên di zindanên işxalkeran de ne zilmên cûr bi cur dibînin. Bi sedan pîrek û zarokên me yên Misilman yên Filistînê ku di zîndanan de ne, li ber duayen ummetê li benda alikarîya wan a fiîlî jî ne.”

“Mesûliyeta herî mezin a vê mijarê dikeve li ser milê rêveberê welatê Misilmanan”

Adiyaman di berdewama daxuyanîya xwe de destnîşan kir, ji bo çareserîya meseleyan mesûlîyeta herî mezin a îdarevanên welatê Mislimanan e û dû re wiha got: “Dawîkirina pirsgirêkên di nav erdnigarîya Îslamê de, xelaskirina ixtilafan, çêkirina yekîtîyê, ‘ezîzkirina Misilmanan û zelîlkirina kafir û minafiqan ji bo me gişan mesûliyetek e. Mesûliyeta herî mezin a vê mijarê dikeve li ser milê rêveberê welatê Misilmanan. Her dilopa xwîna ku li Qudsê tê rijandin di defterên me de tê qeydkirin.Em ji vir şûnde dixwazin ne tenê welatên Îslamê, her wiha deng li rêxistinên navneteweyî jî bidin. Musîbeta siyonîzmê ne tenê bela serê Misilmanan e. Armanca yekem a sîyonîzmê kolekirina giştika însaniyetê ye. Ev qelebalixa lanetkirî ku xwe wek nîjadeke bilind dibîne, dixwaze hemû cîhanê mehkûmî kaosê bike. Siyonîzma ku ji aloziyê quwetê digire, çavkaniya pirsgirêka sereke yê şer û pevçûnên mezin ên cîhanê ye. Gelî Misilmanan! Emê heta kengî li ber vê rastîyê bêdeng bimînin. Ev agira ku derdora Misilmanan e ger îro neye temirandin, wê temamê ummetê bigire.
Em careke din diyar dikin ku em piştgiriyê didin her gava ku ji bo azadiya Quds û Mescida Eqsayê tê avêtin. Berdêla wê çi dibe bila bibe em ê ji bo Quds û Mescîda Eqsayê ya ku qibleya ewil a misilmanan e emê micadeleya bidin. Em di wê baweriyê de ne ku kabûsên siyonîstên îşxalker wê rojekê rast derkevin. Têkoşîna ku ji bo azadkirina Quds û Mescîda Eqsayê tê dayîn wê bi ser bikeve. Çimkî ev soza Xwedê ye. Soza Xwedê bêgûman heq e.”(ÎLKHA)

 















Bu haberler de ilginizi çekebilir