Li Tunusê tekneya koçberan binav bû: 15 mirî
Di encama binavbûna tekneya koçberan de 15 kes canê xwe ji dest dan û 47 kes jî hatin xelaskirin.
Derbarê mijarê de ji teref Berdevkê Hêzên Ewlehîya Neteweyî ya Tunusê Husameddîn el-Cebablî ve hat diyarkirin, bûyer li nêzî bajara Sfaksê pêk hatiye û di encama bûyerê de 15 kes canê xwe ji dest dane.
El-Cebablî di berdewama daxuyanîya xwe de destnîşan kir, di encama xebata ku hat kirin de 47 koçber hatin rizgarkirin.(ÎLKHA)