• DOLAR 32.665
  • EURO 35.564
  • ALTIN 2511.529
  • ...
HUDA PAR Vîzyona Hilbijartinê ya 2023yan a partîya xwe  bi raya giştî re parve kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

HUDA PARa ku biryar dabû di hilbijartinan de destek bide Serokomar Erdogan bi daxuyanîya ku belav kiribû ew ê di hilbijartinên heyama 28emîn a perlementerîyê de ji lîsteyên AK Partîyê beşdarî hilbijartinan bibin. Piştî ku ev qerar  hat dayîn û bi raya giştî re hat parvekirin gelek kes li ser medyaya civakî û kanalên din ên medya û çapemenîyê de êrîşî HUDA PARê kiribûn.  Vîzyona hilbijartinê ya HUDA PARa ku êrîş lê hatin kirin dihat meraqkirin.

HUDA PAR Vîzyona Hilbijartinê ya 2023yan li Navenda Giştî bi civîna çapemenîyê bi raya giştî re parve kir.

Vîzyon ji teref Alîkarê Serokê Giştî yê HUDA PARê Mahmûd Şahîn ve hat parvekirin.

Di vîzyona ku hat parvekirin de mijarên mîna; girtina pêşîya temamê cureyên  ististar û tundîya ku li hember jinan tê kirin,  terkkirina modela ekonomîya kapitalist a ku pişta xwe dide faîzê,  ji nû ve wek sûc hesibandina zînayê,  divê propagandaya jirêderketîbûnê wek sûc bê hesibandin û neslên nû ji tiştên wisa bên muahfezekirin,  guhartina Qanûna Bi Hejmara 6284 û dawî li sepana nafaqaya bêwext bê anîn,  ji wan pîrekên ku ji ser zewaca wan 25 sal derbas bûne re dayîn maaşa teqawîdbûnê, Doza Filistînê, Meseleya Kurd,  makeqanûneke sîwîl a nû,  ji cotkaran re destek dayîn û hwd. cî girtin.(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir