• DOLAR 32.626
  • EURO 35.371
  • ALTIN 2477.543
  • ...
Li Diyarbekirê wesayîtek li karkerên ku li kevîya rê dixebitîn qelibî: 3 mirî 1 birîndar
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Qeza derdora seat 10.00an de di 16emîn kîlometreya rêbeja Diyarbekir-Xarpêtê pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin wesayîta bi plaqeya 34 BAT 938 a ku navê ajokarê wê nehat hînbûn li wan karkerên Midûrtîya Herêma Rêbejê yên ku li ser rêbeja Diyarbekir-Xarpêtê xebatê dikirin qelibî.

Di encam xebatê de 3 kes canê xwe ji dest dan û kesek jî birîndar bû. Hat hînbûn navên kesên ku wefat kirine wisa ne: Mehmet Turan, Murat Fidan û Ahmet Özkişi.

Hat ragihandin ajokar ji cihê bûyerê revîye. Ji bo ajokar bê girtin xebat hat destpêkirin.(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir