• DOLAR 32.679
  • EURO 35.373
  • ALTIN 2503.28
  • ...
Faruk Dînç kî ye?
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Dînç'ê ku di pir kanalên cihî û netewî de çêkerî û pêşkêşkerî ya bernameyên sîyer û tendirustîyê kiriye, bi HUDA PAR'ê dest bi sîyasetê kir.

Faruk Dînç kî ye?

Di sala 1985'an de li gundê Babikan'a girêdayî navçeya Pîran'a Dîyarbekir'ê hat dinyê. Dibistana pêşî li gundê Babikan, dibistana navîn li Kocaalan YİBO ya Pîran'ê xwend. Dînç'ê ku ji Fakûlteya Eczafiroşî yê Zanîngeha Înonuyê Meletî mezûn bûye, pir kanalên cihî û netewî de çêkerî û pêşkêşkerî ya bernameyên sîyer û tendirustîyê kiriye.

Dînç'ê ku bi HUDA PAR'ê dest bi sîyasetê kirîye, serokatîya baskên ciwanan yê partiya xwe kir. Dînç'ê ku erkên endamtîya Komîtîya Rêveberîya Giştî û Alikarê Serokê Rêkxistinê didomand, heyamek erka Serokê Bajarê Dîyarbekir'ê kir.

Dînç'ê ku zewicandî ye û bavê 3 zarokan e; ji bilî Kurdî(Zazakî)ya ku zimanê wî ya zikmakî ye, bi Tirkî û û Îngîlîzî û her wisa bi Kurdîya Kurmancî jî dizane. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir