Li Îzmîr, Balikesîr û Muxlayê 108 koçberên ku di behrê de mahsûr mabûn hatin xelaskirin
Hat ragihandin li Îzmîr û Muxlayê 108 koçberên ku di behrê de mahsûr mabûn hatin xelaskirin.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin koçberên ku li Îzmîr, Balikesîr û Muxlayê hewl didan derbasî Yewnanistanê bibin ji teref hêzên Yewnanistanê ve hatin vegerandin hêla Tirkîyeyê û di behrê de mahsûr man.
92 koçberên ku di behrê de mahsûr mabûn ji teref ekîbên hêzên ewlehîya beravê ve hatin xelaskirin.(ÎLKHA)