• DOLAR 32.606
  • EURO 35.466
  • ALTIN 2445.34
  • ...
Şehzade Demîr kî ye?
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Demîr'ê ku yek ji endamên damezrêner ê HUDA PAR'ê ye, ev 2 heyaman sekretertîya gîştî yê HUDA PAR'ê dike.
Şehzade Demîr kî ye?
Şehzade Demîr'ê ku yek ji endamên damezrêner ê HUDA PAR'ê ye, di sala 1974'an de li Hezex'a Şirnex'ê hat dinyê. Dibistana pêşî li gundê Çixir'ê, dibistana navîn û lîseyê jî li Nisêbînê xwend.
Ew, heta 2012'an a ku partî hat damezrandin di jiyana xwe de di nav rêxistinên civatên sivîl yên cihêreng de pir karên cûr bi cûr kir. Demîr'ê ku ji xeyrî karê Sekreterê Giştî yê HUDA PAR'ê ya ku ev 2 heyaman dike, di heman demê de ji dema damezrandina partîyê ve erka endamtîya Komîtîya Rêveberîya Giştî jî bi cî tîne.
Demîr'ê ku di heman demê de nivîskar û rojnameger e jî di hin rojname û kovaran de nivîsên wî hê jî tên weşandin. Perwerdehîya lîsansê ya di beşa Têkilîyên Navneteweyî yên di Fakûlteya Aborî yê Zanîngeha Eskîşehîrê de berdewam dike. Demîr, zewicandî ye û bavê 5 zarokan e. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir