Li Nîjeryayê di navbera cotkar û ajalvanan de pevçûn: 134 kes canê xwe ji dest dan
Li Nîjeryayê di encama şerê ku di navbera Fûlanîyan û cotkaran de pêk hat de 134 kes canê xwe ji dest dan.
Derbarê mijarê de ji teref Walîyê Benueyê Samuel Ortom ve daxuyanîyek hat belavkirin. Ortom di daxuyanîya ku belav kir de derbarê mijarê de destnîşan kir, di encama êrîş û pevçûnên ku 5 rojên dawî de rû dan de herî kêm 134 kes canê xwe ji dest dan.
Tê diyarkirin li parêzgeha Benueyê car car di navbera Fulanîyên ku heywanan xwedî dikin û di navbera cotkaran de şer û pevçûn derdikeve.(ÎLKHA)