• DOLAR 32.665
  • EURO 35.564
  • ALTIN 2511.529
  • ...
Rejîma îşxalker a siyonîst êrîşî Filistîniyan kir: 31 birîndar
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Şêniyên cihû bi serkêşiya wezîrê qaşo yê rejîma siyonîstî ji bo piştevaniya ji Evyatara navçeyeke ku bi awayekî neqanûnî li bakûrê Şerîaya Rojava ya dagirbûyî hatiye avakirin, meşek li dar xistin.

Wezîrênnq qaşo yên sîyonîst ên wekî Wezîrê Ewlehiya Neteweyî Îtamar Ben-Gvir, serokê qaşo yê "Hêza Cihûyan", Wezîrê qaşo yê Maliyeyê Bezalel Smotrich, serokê qaşo Partiya Siyonîzma Dînî, Orit Strook, Wezîrê qaşo yê Mîsyona Neteweyî û Zvî Sukkot, pêşengiya meşê kirin.

Eskerên qaşo yên rejîma siyonîst êrîşî Filistîniyên ku meşa protesto dikirin kirin.

Li gorî daxuyaniya Heyva Sor a Filistînê di êrîşê de 31 kes birîndar bûne.

Her wiha li cihê bûyerê ji 185 kesên ku bi gaza îsotê bandor bûne re alîkariya ewil hat kirin.(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir