• DOLAR 32.565
  • EURO 35.244
  • ALTIN 2467.568
  • ...
Zekerîya Yapicioglu kî ye?
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Yapiciogluyê ku di sala 1966an de hat dinyayê 3 heyaman serokatîya  HUDA PARê kir hêj serokê giştî yê HUDA PARê ye.

Zekerîya Yapicoglu kî ye?

Yapiciogluyê ku di sala 1966an de hat dinyayê mekteba destpêk, navîn û lîseyê li Êlihê temam kir. Yapiciogluyê ku fakulteya hiqûqê qezenc kir di sala 1988an de ji Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Enqereyê mezûn bû.  Yapiciogluyê ku di salên 1990-2012yan de parêzertî kir di nav wan kesên ku damezrînerên HUDA PARê de ne cihê xwe girt.

Yapicioglu di Kongreya Mezin a Asayî ya Yekemîn  a ku li Enqereyê di sala 2013yan hat kirin de ji serokatîya giştî yê HUDA PARê re hat hilbijartin.  Yapiciogluyê di sala 2015an de wek namzedê serbixwe beşdarî hilbijartinan bû  di Kongreya Mezin a Asayî ya Duyemîn  a ku li Enqereyê di sala 2016an hat kirin de cardin ji serokatîya giştî yê HUDA PARê re hat hilbijartin.

Yapiciogluyê ku a niha jî serokê giştî yê HUDA PARê ye zewicandî û bavê 5 zarokan e.

Yapicioglu ji bilî Kurdîya ku zimanê wî ya zikmakî ye di asteke baş de bi zimanên Tirkî, Erebî û Îngîlîzî jî dizane.(ÎLKHA)

 



Bu haberler de ilginizi çekebilir