Li Pakistanê êrîşa bombeyî: 2 kes mirin
Li eyaleta Hayber Pahtunhvaya Pakîstanê di êrîşa bombeyî ya li hemberî wesayîta hêzên ewlekariyê de 2 leşker jiyana xwe ji dest dan û 4 leşker jî birîndar bûn.
Li herêma Bara ya eyaleta Hayber Pahtunhvaya Pakîstanê dema wesayîta hêzên ewlekariyê derbas dibû bombeya bi kontrol ji dûr ve hat teqandin.
Di êrîşê de 2 leşker canê xwe ji dest dan û 4 leşker jî birîndar bûn.
Hêzên ewlehiyê li dijî êrîşkaran operasyon da destpêkirin.
Heta niha kesî berpirsyariya êrîşê negirtiye ser xwe. (ÎLKHA)