Li Bûrsayê serwîs li hev qelibîn: 15 birîndar
Hat ragihandin li Bûrsayê 3 mînîbûsên serwîs li hev qelibîn.
Qeza li ser Kolana Rêya Îzmîrê ya li navçeya Nîluferê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin di qeza di çarrêya navçeyê pêk hat û 3 serwîs li hev qelibîn.
Di encama qezaya ku pêk hat de 15 kes birîndar bûn.
Kesên birîndar hatin rakirin nexweşanê û derheqê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)