1741 koçberên neqanûnî hatin dersînorkirin
Midûriyeta Îdareya Koçê ya Wezareta Karên Navxweyî ragihand ku 1741 koçberên neqanûnî hatin dersînorkirin.
Midûriyeta Îdareya Koçê ya Wezareta Karên Navxweyî daxuyand ku di navbera 24-30ê adarê da 922 ji Efxanistanê, 39 ji Pakistanê û 1626 jî ji neteweyên din bi tevahî 2 hezar û 587 koçberên neqanûnî hatine girtin.
Hat ragihandin 196 ji Afganîstanê, 71 ji Pakistanê û 1177 jî ji neteweyên din bi giştî 1741 koçberên neqanûnî hatin dersînorkirin.
Ji sersalê heta 30ê Adarê 26 hezar û 28 koçberên neqanûnî hatin şandin welatên xwe.(ÎLKHA)