• DOLAR 32.571
  • EURO 35.049
  • ALTIN 2434.398
  • ...
Endam û dildarên Karwana Hêvîyê ji bo xwarina fitarê ya erdhejzedeyan heta nîvê şevê dixebitin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji roja ewil a erdhejê ve dildar û endamên Karwana Hêvîyê hewl didin ji derdê  erdhezedeyan re bibin derman û birînên wan derman bikin.  Xebatên ku ji 6ê Şibatê ve li Semsûrê hatin destpêkirin di meha Remezanê de jî bênavber berdewam dike. Endam û dildarên Karwana Hêvîyê ji bo xwarina fitarê ya erdhejzedeyan heta nîvê şevê dixebitin.

Şukur Bakirê Mesûlê Mitbaxa Aşxaneya Kerwana Hêvîyê derbarê mijarê de wiha axivî: “Xweda rehama xwe li temamê wan kesên di erdhejê de rehmet kirine bike. Ekîba me ya ku 27 kesan pêk tê ji Êlihê hat vê derê. A niha seat 23.30 e û ji bo xwarina fitarê ya sibe amadehî tê kirin,  malzeme tên hûrkirin û hazirîya xwarinê tê kirin.  Xweda nesîb bike em a niha hazirîya xwarina ku dê têra 28 hezar kesî bike dikin.”(ÎLKHA)











Bu haberler de ilginizi çekebilir