• DOLAR 32.618
  • EURO 35.085
  • ALTIN 2440.164
  • ...
Nîşana azadî û micadeleya gelê Filistînê: 30ê Adarê Roja Axê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di 30ê Adarê Roja Axê ya ku bûye nîşaneya micadele, azadî, xweserî û yekparçebûna axa Filistînîyan de îsal jî di serî li ser axên Filistînê û her wisa li temamê dinayayê îşxalkerên siyonsît ên ku çeteyê terorê ne tên protestokirin.

Çavkanîya Roja Axê

Çavkanîya Roja Axê 30ê Adarê Roja Axê ya ku bûye nîşaneya micadele, azadî, xweserî û yekparçebûna axa Filistînîyan ji sala 1976an dest pê dike. Îşxalkerên siyonîst di sala 1976an de li herêma Celîleya Filistînê dest danîn li ser 21 hezar donim axên Filistînîyan û van axan ji cihûyên îşxalker re tahsîs kirin. Siyonîstan bi vê yekê kirin armanc ku hebûna Filistînîyan ji ser wan axên pîroz  rabike. Ji ber vê yekê Filistînî wê roja 30ê Adarê bo protesto bikin wek Roja Axê îlankirin  û di 30ê Adara sala 1976an de greva giştî îlan kirin. Çeteyê terorê wê rojê bo pêşîya greva giştî bigre derketina Filistînîyan a derve qedexe kir.  Lê digel vê qedexê Filistînî xwe bedan kolanan  û 6 ji wan hatin qetilkirin û bi hezaran ji wan jî birîndar bûn.

Ew ê Filistînî dev ji axên xwe bernedin

30ê Adarê rojeke muhîm e; lewra di wê rojê de  îşxalkerên siyonîst di sala 1976an de li herêma Celîleya Filistînê dest danîn li ser 21 hezar donim axên Filistînîyan û van axan ji cihûyên îşxalker re tahsîs kirin. Siyonîstan bi vê yekê kirin armanc ku hebûna Filistînîyan ji ser wan axên pîroz  rabike. Ji ber vê yekê Filistînî wê roja 30ê Adarê bo protesto bikin wek Roja Axê îlankirin  û di 30ê Adara sala 1976an de greva giştî îlan kirin, muhîm lewra: Roja Axê bûye nîşaneya micadele, azadî, xweserî û yekparçebûna axa Filistînîyan. Bi kevneşopa ku ev 42 sal in berdewam dike Filistînî her tim nîşan dikin ku ew ê dev ji axên xwe bernedin û ew ê çeteya terorê siyonîstên îşxalker nasnekin.

Niha ji edî 85ê axên Filistînê hatine îşxalkirin û Filistînî mecbûr mane ku koçî çar alîyê dinyayê bikin. Lê digel van şert û mercên giran Filistînî bi qerar in ku dev ji welatê xwe bernedin û bo vê yekê jî di salvegera Roja Axê de xwe berdidin kolanan û çeteya terorîst a siyonîstên îşxalker protesto dikin û neletê li wan tînin.(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir