Li 4 bajarên ku lê ji ber edhejê zirareke mezin pêk hatibû mekteb îro vebûn
Hat ragihandin li bajarên bi navê Mereş, Semsûr,Hetay û Malatyaya ku lê ji ber edhejê zirareke mezin pêk hatibû mekteb îro vebûn.
![Li 4 bajarên ku lê ji ber edhejê zirareke mezin pêk hatibû mekteb îro vebûn](https://dogruhaber.com.tr/thumbor/Y2eDvF3H-FzIiq2fsPT73ElYYzQ=/660x400/dogruhaber.com.tr/images/23/13/li-4-bajaren-ku-le-ji-ber-edheje-zirareke-mezin-pek-hatibu-mekteb-iro-vebun-63ca6e10.jpg)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-cad374c1.png)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-939b4d02.png)
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin li navçeyên Andırın û Ekinözüya Mereşê, li navçeyên Arapgir, Arguvan, Hekimhan, Darende, Doğanyol, Pütürge, Kale û Yazıhana Malatyayê, li navçeyên Altınözü, Arsuz, Dörtyol, Erzin, Reyhanlı, Payas û Yayladağıya Hetayê û li navçeyên Çelikhan, Kâhta, Gerger, Samsat û Sincika Semsûrê îro mekteb vebûn.
Xwendekarên ku di konteyneran de dimînin dê bi wesayîtan bên birîn û anîn.(ÎLKHA)