Derbarê derbkirina zarokê 14 salî de 3 polês hatin girtin
Di bergeha lêpirsîna ku ji ber îddîayên ku li navçeya Licêya Diyarbekirê zarokekî 14 salî ji teref polêsan ve îşkence lê hat kirin, hat destpêkirin de 3 polês hatin girtin.
![Derbarê derbkirina zarokê 14 salî de 3 polês hatin girtin](https://dogruhaber.com.tr/thumbor/iDRZEoBoBEunYp8qSvKSoCGv8X0=/660x400/dogruhaber.com.tr/images/23/13/derbare-derbkirina-zaroke-14-sali-de-3-poles-hatin-girtin-598c78e3.jpg)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-cad374c1.png)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-939b4d02.png)
Hat hînbûn berî vê çend rojan xortê bi navê F.K. yê bi 14 salî ji teref polêsan ve hat revandin û îşkence lê hat kirin.
Serdozgerê Komare ya Diyarbekirê derbarê îddîayan de lêpirsîn da destpêkirin.
Di bergeha lêpirsîna ku hat destpêkirin de ji 5 polêsên ku ji wezîfeyê hatin dûrxistin tevde 3 polês hatin girtin û 2 polês jî hatin berdan.(ÎLKHA)