Ji ber berf û bagerê rêya Dêrsim-Erzînganê hat girtin
Walîtiya Dêrsimê ragihand ku ji ber berf û begera zêde rêya Dêrsim-Erzinganê ji derbasbûna kamyonan re hatiye girtin.
Di daxuyanîya ku ji teref walîtîyê ve hat dayîn de hat diyarkirin ku barîna berfê li deverên bilind ên bajêr bi bandor bû.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Ji ber barîna berfê rêya navbera Pira Mûtî ya li ser sînorê parêzgeha Erzînganê û navçeya Pûlûmûrê heta daxuyaniyeke duyemîn ji çûnûhatina kamyonan re hatiye girtin."(ÎLKHA)