Li Efxanistanê lehî: 300 xanî hilweşiyan
Li bajarê Belxa Efxanistanê ji ber barana zêde lehî rabû. Hat diyarkirin ku di lehiyê de 300 xanî hilweşiyane, 3 hezar donim erd jî zirar dîtiye.
![Li Efxanistanê lehî: 300 xanî hilweşiyan](https://dogruhaber.com.tr/thumbor/XZNt3zaIFQxmTtWXpeDl1bpR_3M=/660x400/dogruhaber.com.tr/images/23/12/li-efxanistane-lehi-300-xani-hilwesiyan-5bc5f1fa.jpg)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-cad374c1.png)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-939b4d02.png)
Li bakurê Efxanistanê li navçeya Zara ya bajarê Belxê lehî rabû. Ji ber lehiyê 300 xanî û 3 hezar donim zeviyên çandiniyê wêran bûne.
Gelek tîmên lêgerîn û rizgarkirinê sewqî herêmê hatin kirin. Hêj nayê zanîn tiştek bi serê kesî hatiye yan na.(ÎLKHA)