• DOLAR 34.7
  • EURO 36.773
  • ALTIN 2961.825
  • ...
Karwana Hêvîyê ew ê di meha Remezanê de giranîya xwe bide li ser herêmên erdhejê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokê Giştî yê Karwana Hêvîyê Cengîn Kurtaran derbarê amadehîyên ku ji bo meha Remenzanê  tên kirin de daxuyanî da û amadehîyên ku tên kirin nirxandinan kir.

“Em ê him fitarê û him jî paşîvê bidin erdhejzedeyan”

Kurtaran di nirxandina ku kir de destnîşan kir ew ê konan vekin û ew ê di van konan de him xwarina fitarê û him ya paşîvê bidin. Kurtaran dû re wilo zêde kir:” Ji Rebbê me yê ku me gihand meha Remezana ku meha bereket, rehmet û alîkarîyê ye.  Ji ber ku di vê meha mibarek de em di nav felaketa erdhejê de ne em xemgîn in. Ji bo ku em ji wan xuşk û birayên xwe yên ku ji erdhejê zirar dîtine bibin alîkar ji roja ewil ve li sehayê ne.  Înşallah em ê di meha Remezanê de jî ji wan re bibin alîkar û di vê mehê de konan vekin û ji erdhejzedeyan re xwarina paşîv û fitarê bidin.”

Kurtaran di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir ew ê di meha Remezanê giranîya xwe bidin li ser wan herêmên ku lê erdhej pêkhatine; lê belê ew ê li derveyî welêt jî xebat bên kirin. Kurtaran dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Em ji vê derê bang li xêrxwazan dikin. Em ji wan xêrxwazên xwe yên ku ji roja ewil ve ji me re dibin alîkar daxwaz dikin ku di vê meha mibarek de jî ji me re bibin alîkar.”(ÎLKHA)







Bu haberler de ilginizi çekebilir