• DOLAR 34.657
  • EURO 36.461
  • ALTIN 2951.04
  • ...
Berdevkê HUDA PARê Ramanli: Bi gelê yê erdhejzede re  hevdîtin hat kirin û rêyên çareserîyê yên teleban hatin lêgerîn
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ramanli di nirxandina ku kir de destnîşan kir, rayedarên partîya wan li navenda 11 bajêr, 59 navçe û her wisa li 1261 gundan erdhejzedeyan ziyaret kirine. Ramanli dû re wiha li nirxandina xwe zêde kir: “ Bi meqamên rayedar û her wisa bi muxtar û gelê me yê erdhejzede re hevdîtin hatin kirin, daxwaz  û telebên wan hat guhdarkirin û rêyên çareserîyê hatin lêgerîn.”

Ramanli di berdewama daxuyanîya xwe de derheqê rewşa dawî ya erdhejzedeyan de wisa axivî: “Em wek HUDA PARê ji roja ewil ve li wan herêmên erdhejê bûn. Wek partîyê em çûn serdana gelê xwe yê erdhejzede û me derd û kulên wan ji wan guhdar kir. Ji ber ku çareserîyên mayînde nayên hilberîn dibe sebeb ku ew  konbajêr bên şibandin ‘kampê êsîran.’ Ji bo dermankirina birîna erdhejzedeyan divê ji cotkar û  kesên ku heywanan xwedî dikin re alîkarî bê kirin, divê ji bo erdhejzedeyan xizmeta ava paqij, tenduristî û hwd. bê dayîn. Divê me vê yekê bibêjin li herêma erdhejê problem hêj berdewam dikin. Divê li wan herêmên erdhejê perwerdehî neyê sekinîn,  li nexweşxaneyan tedawî û amelîyat berdewam bikin û ji wan sazîyên ku li herêmên erdhejê xizmetê didin re destek bê dayîn.”(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir