Ji ber erdheja ku li Ekvadorê pêk hat OHAL hat îlankirin
Li Ekvadorê di 18ê Adarê de di mezinahîya 6.7an de erdhejek pêk hatibû ku ji ber vê yekê OHAL hat îlankirin.
Derbarê mijarê de ji teref Serokê Dewletê yê Ekvadorê Guillermo Lasso ve daxuyanîyek hat belavkirin.
Guillermo Lasso di daxuyanîya ku belav kir destnîşan kir “ Em wek welat di xem û şînê de ne. Em ê wan malên ku ji teref sektorên taybet ve hatine çêkirin ji bo gelê xwe bikirin. Bi heman awayî jî em ê desteka kirê jî bidin wan. Ji bo micadeleyeke bi bandortir me li welêt OHAL îlan kir.”(ÎLKHA)