Dê û qîza wê ya ku li Semsûrê di lehîyê de winda bûn hêj nehatin dîtin
Li navçeya Tûta Semsûrê ji ber lehîya ku berî vê 5 rojan rabû dayikek û qîza wê winda bûn.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin li navçeyê xebatên lêgerînê bênavber berdewam dikin. Ji bo dayika bi navê Fatma Tekdar û qîza wê ya sal û nîvî ya bi navê Zeynep Zumra bên dîtin li Çemê Omerovayê xebat tên kirin.(ÎLKHA)