Peyama Barzanî ji bo salvegera 35emîn saliya kîmyabarankirina Helebçe
Serokê PDKê Mesûd Barzanî di salvegera sîh û pênç saliya kîmyabarankirina Helebçeyê da peyamek li tora civakiya twitterê belavkir.
![Peyama Barzanî ji bo salvegera 35emîn saliya kîmyabarankirina Helebçe](https://dogruhaber.com.tr/thumbor/0JgsfagZX0HCShbZaMqopRoOjf8=/660x400/dogruhaber.com.tr/images/23/11/peyama-barzani-ji-bo-salvegera-35emin-saliya-kimyabarankirina-helebce-5221c641.jpg)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-cad374c1.png)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-939b4d02.png)
Metna peyama Barzanî wisa ye:
Tawana kîmyabarankirina Helebçe bi ber çavê cîhanê û ji aliyê dirindetirîn rejîma serdem ve hate encamdan.
Ev tawan birîneke kûre li ser laşê gelê me û tu carî nayê ji bîr kirin.
Pêwîste dewleta Iraqê qerebûya wan zulm û tawanan bike ku di derbarê Helebçe û zarok û gedeyên Kurdistanê hatine encamdan.
Silav li rûhê pakê şehîdên Helebçe û hemû şehîdên rêya azadiya Kurdistanê.(ÎLKHA)