Li Rihayê ji ber barana zêde gelek avahî û kolan di bin avê de man
Hat ragihandin ji ber barana zêde ku li Rihayê barîya welatî bi şikleke neyînî tesîrdar bûn.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtinji ber barana zêde ku li temamê Rihayê barîya gelek mal, dikan û kolan di bin avê de man. Ji ber baranê li kolanan rê hatin girtin.
Tê diyarkirin welatîyên ku malên wan di bin avê de man hewl dan ava di mala xwe de derînin.
Serokê Bajêra Rihayê yê HUDA PARê Emîn Ozaslan derbarê mijarê daxuyanîyek belav kir û bang li rayedaran kir û ji wan daxwaz kir ku ti kes neyê îhmal û mexdûrkirin.(ÎLKHA)