Ji Mîrektîyên Yekbûyî yên Ereban ji bo erdhejzedeyan 217 balafir alîkarî
Mîrektîyên Yekbûyî yên Ereban ji bo erdhejên Mereşê ji Tirkîye û Sûrîyeyê re 217 balafir alîkarî şand.
Di daxuyanîya ku ji hesabê medyaya civakî a Wezareta Parêzvanîyê a Îmaratê ve hat belavkirin de hat dîyakirin ku, bi telîmata Serokê Îmaretê Şêx Muhammed bîn Zayîd El Nahyan ji bo ku bibe alîkar ji kesên erdhejzedeyên Tirkîye û Sûrîyeyê re operasyoneke bi navê “Siwarîyê Mêrxas 2“ hat destpêkirin.
Di daxuyanîyê de hat dîyarkirin ku bi telîmata Serokê Heyvasor a Îmaratê Şêx Hamdan bîn Zayîd keştîya ku 37 hezar û 500 kolîyên alîkarîyên xwarinê bar dikir gîhaştîye Bendera Lazkîyeyê.
Hat dîyarkirin ku ewê kolîyên alîkarîyê bi Heyvasor a Sûrîyeyê re bên şandin herêma ji erdhejê tesîrdar bûye.
Îmarat ji bo Tirkîye û Sûrîyeyê bi 217 balafiran bi temamî 7 hezar 27 ton alîkarî şandîye.(ÎLKHA)