Li Malatyayê di mezinahîya 4.7 û 4.5an de du erdhej
Hat ragihandin li Malatyayê di mezinahîya 4.7 û 4.5an de du erdhej pêk hatin.
Derbarê mijarê de ji teref AFADê ve daxuyanîyek hat belavkirin. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin, derdora seat 04.34an de di mezinahîya 4.7an de û derdora seat 05.31ê de di mezinahîya 4.5an de du erdhej pêk hatin.(ÎLKHA)