• DOLAR 32.236
  • EURO 34.961
  • ALTIN 2412.192
  • ...
Siddiq Durxunê xwedîdoz di girtîgehê de wefat kir
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Hat ragihandin Siddiq Durxunê ku bi navê Xalê Muhemmed dihat zanîn  û ji ber nasnameya xwe Îslamî hatibû girtin di 72 salîya xwe de li Girtîgeha Tîpa R ya Xarpêtê  rehmet kir.

 Xalê Siddiqê ku li navçeya Hazroya Diyarbekirê hatibû dinyayê di salên 90î de di xebatên Îslamî de cî girtibû û bi xortan re eleqedar bûbû ku ji ber vê yekê dijminên Îslamî her tim gef lê xwarin.

Di wan salên 90î de rêxistina murted PKK Xalê Siddiq têxistibû lîsteya xwe ya mirinê. Lê belê wî ti car li hember gefxwarinên rêxistina murted serî netewand û xebatên xwe yên Îslamî domand. Xalê Siddiq cara ewil di salên 2000î de hat giritin û piştî 7 mehan tahlîye bû.Lê ji ber bi netîcebûna doza mehkemê Xalê Siddiq  di 17ê Sibata sala 2021ê de cardin hat girtin.

Xalê Siddiqê ku ji hingî ve di girtîgehê de dihat girtin doh di şeveqê de li Girtîgeha Tîpa R ya Xarpêtê  rehmet kir.(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir