• DOLAR 32.969
  • EURO 35.296
  • ALTIN 2466.374
  • ...
HUDA PAR: Li trîbûnan nîşandana fîgurên tarî yên salên 90î xefleteke mezin e
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ramanli di daxuyanîya ku belav kir de ji bûyerên ku pêk hatin re bertek nîşan da nirxandineke wisa kir: “Îro divîyabû her kes di nav hewldana dermankirina wan birînên ku ji ber erdhejê pêk hatine de bana. Lê belê digel vê yekê li Bûrsayê di  musabaqeyeke futbolê de  li hember Amedspor helwesteke faşîzan  hat nîşandan û sembol û fîgurên travmatîk ên mazîyê hatin bîrxistin. Ev yek bi ti şiklî nayê îzahkirin. Weke ku tê zanîn ji ber erdhejê 10 bajarên me wêran bûn, bi dehhezaran însanên me di bin enqazan de man û wefat kirin û bi milyonan însan jî ji malên xwe bûn. Di heyameke wisa de  êrîş li tîma bajara Diyarbekira ku ji erdhejê zirar dît  hat kirin. Ev yek nîşan dide ku li Tirkîyê bi heqê wê bi nîjadperestîyê re micadele nayê kirin. Li trîbûnan nîşandana fîgurên tarî yên salên 90î  û mudaxelenekirina hêzên ewlehîyê ya li bûyeran xefleteke mezin e. Divê ew kesên ku di  van bûyerên nîjadperest de îhmala wan heye û ew kesên ku bi parvekirinan pesnê van tiştan didin bên tespîtkirin û bên derxistin mehkemeyê.”(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir