1613 zarokên ku di erdhejê de winda bûbûn ji malbatên xwe re hatin teslîmkirin
Ji teref Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî ve hat ragihandin 1613 zarokên ku di erdhejê de winda bûbûn ji malbatên xwe re hatin teslîmkirin.
Di daxuyanîya ku ji teref Malbat û Xizmetên Civakî ve hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin, di encama xebatên ku hatin kirin de 1915 zarokên ku hat tespîtkirin refeqatvanên wan tuneye hatin qeydkirin. Ji van 1915 zarokên ku di erdhejê de winda bûbûn 1613 zarok ji malbatên wan re hatin teslîmkirin.(ÎLKHA)