Li Yewnanistanê sendîqa ji ber qezaya trênê dest bi grevê dikin
Hat ragihandin temamê sendîqayên li Yewnanistanê pişt qezaya trênê ya ku pêk hat ew ê dest bi grevê bikin.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin ew ê deryavan, karkerên rêyên hesin, mamoste û sendîqayên dermanxaneyan dest bi grevê bikin.
Di qezaya trênê ya ku li herêma Tempîya Yewnanistanê pêk hatibû de 57 kes canê xwe ji dest dabûn.(ÎLKHA)