6 leşkerên ku ji xwepêşandêran revîyan di çem de xeniqîn
Hat ragihandin li Peruyê 6 leşkerên ku ji xwepêşandêran revîyan di çem de xeniqîn.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin li herêma Punoya Peruyê li dijî hukumetê gel daket kolanan û xwepêşan li dar xisti. Leşker mudaxeyî xwepêşandêran kirin û xirecir derket.
6 leşkerên ku ji êrîşa xwepêşandêran revîyan xwe avêtin çem, lê her 6 leşker jî mirin.(ÎLKHA)