Rejîma îşxalker êrîşî Sûrîyê kir
Doh êvarî siyonistên îşxalker êrîş birin li ser Balafirgeha Helebê ya Sûrîyê.
Li gorî agahîyên ku ji teref SANAya ajansa fermî ya Sûrîyê ve hatine belavkirin siyonistên îşxalker doh êvarî derdora seat 02.00yan bi balafirên şer êrîş birin li ser Balafirgeha Helebê ya Sûrîyê.
Hat ragihandin pergala parastina hewayî yên Sûrîyê ekserîyetê mûşekên ku hatine avêtin îmha kirine.Lê belê balafirgeh zirar dîtiye.(ÎLKHA)