• DOLAR 32.583
  • EURO 35.294
  • ALTIN 2466.71
  • ...
Komeleya Perwerdehîyê Îqra, di koordînasyona Karwana Hêvîyê ya li Mereşê navenda alîkarîya psîkososyal vekir.
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di nav ekîbên ku bi tevahî ji 50 kesî pêk tê de psîkolog, pisporên malbatê û pisporê piştgiriya civakî jî hene û ew ê di hin navberan de bi guhertina ekîbên xwe re li xizmetê xwe berdewam bikin.

Sekreterê Giştî yê Komeleya Perwerdehîyê Îkrayê Dawûd Yazgîl derheqê navenda ku avakirine de bi mûhabîrê ÎLKHAyê re axivî û wiha got, “Em li Diyarbekirê jî di warê alîkarîya psîkososyal xebatan dikin û em dixwazin li herêma erdhejê jî alîkarîyê bi zarokên erdhejzede re bikin û di vî warî de jî me navendek ava kir.”

Yazgîl destnîşan kir ku ji bona ku ji zarokan re tiştên hatine serê wan bi wan bidin jibîrkirin vê xebatê dane destpêkirin û dû re  axavtina xwe wiha domand, “Zarok tên vir leystikan dileyzin û beşdarî bernameyên ku ewê wan pêşve bixin dibin.”

Yazgîl di berdewama daxuyanîya xwe de balan kişand li ser rewşa malbatan û wiha got“ Dema ku em di nav konan de digerin malbat dixwazin ku em dersên menewî jî bidin. Ji xwe mamosteyê me yên pîrek vê ya jî tînin cîh.”

“Bi beşdarîya malbatan jî em hinek bernameyan dikin“

Yazgîl wiha got, “Dema ku meriv behsa perwerdehîya zarokan dike ya ewil dayîk tên bîra me. Em dayîken xwe jî dawetî vira dikin. Em a niha ji bo wan jî bernameyan amade dikin. Bernameyên me yên manewî û yê hînker jî hene. Ewê bernameyên me demeke dirêj bidome. Di vê çarçoveyê de ewê mamosteyên me perwerdehîyên xwe bidomînin.”

Yazgîl dîyarkir ku ji bo alîkarîyên psîkolojîk derîyê wan ji herkesê re vekirîye.(ÎLKHA)

























Bu haberler de ilginizi çekebilir