• DOLAR 32.788
  • EURO 35.16
  • ALTIN 2457.99
  • ...
Dildarên Karwana Hêvîyê dibin wesîleya kêfxweşîya zarokên erdhejzede
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li Mîllet Parki ya navçeya Îskenderûn a Hatayê di wargeha xebatên şirîkatîya Karwana Hêvîyê, IHO-EBRAR, Avrupa Yetîm Elî û Weqfa Yetîman birînên erdhejzedeyan tên dermankirin.

Zarokên ku ji ber erdhejê bi malbatên xwe re li konan dimînin bi dildarên Karwana Hêvîyê kêfxweş dibin.

Nûnerê Karwana Hêvîya ya Hatayê Necîp Oner derheqê xebatên ku tên kirin de axivî û wiha got, “ Em wek Karwana Hêvîyê ji roja 2yan virve li herêmê ne. Me ji gellê xwe yê erdhejzede re xwarinên germ belav kir. Me got em îro jî tiştekî cuda bikin. Me xwest em bi pêlîstok, balon, çîkolata û garisên ku xêrxwazên me ji me re şandibûn li zarokên erdhejzede belav bikin û wan kêfxweş bikin.“

Oner ji xêrxwazan re dia kir û wiha peyva xwe domand,“ Rebbê min xêrên ku xêrxwazên me kirine qebûl bike. Bi wan re bi rehmeta xwe miamele bike û wan têxe cenneta xwe. Înşallah emê bi van feelîyetên xwe gelek zarokan kêfxweş bikin. Zarok erdhejek dîtin û tesîrê vê erdehejê bi rihetî derbas nabin. Dibe ku bi feelîyetên werê û bi wechê xwe yê biken em hinkî erdhejê bi zarokan bidin jibîr kirin. Înşallah armanca me eve emê feelîyetên bi vî hawî bidomînin.“ (ÎLKHA)





















Bu haberler de ilginizi çekebilir