• DOLAR 32.883
  • EURO 35.182
  • ALTIN 2450.326
  • ...
Li Silêmanîyê 3 hezar qîz xwe nixumandin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji teref Komeleya Pêşxistina Xwendekarên Kurdistanê,  ku nêzî Yekgirtuy Îslamîy yê Kurdistanê ye ji bo xwendekarên qîz yê ku xwe nû nixumandine bi navê “Taca Zêrîn ya 9em“ bernameyek lidarxist.

Di bernameyê de digel qîzên ku ketine dersên tesetturê û xwe nixumandine, malbatên wan û alimên herêmê jî beşdarî bernameyê bûn.  

Serokê Giştî yê Yekgirtûy Îslamîy Kurdistan Salahaddin Muhammed Bahaeddîn diyar kir ku: “Qîzên ku xwe nixumandine li dijî neyarê Îslamê dîsa nîşandan ku gelê Kurd bi dînê xwe re girêdayîne û ji nasnameya xwe ya neteweyî neqetîyane.“

 Bahaeddîn qîzên ku xwe nû nixumandine û malbatên wan pîroz kir.

Îdarevanên komeleyê dest nîşankirin ku her sal 1ê Sibatê bernameyek wiha li dar dixin û ev bername dibe teşwîq ji bo qîzan. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir