• DOLAR 34.653
  • EURO 36.431
  • ALTIN 2932.416
  • ...
Xutbeya Înê: Misliman ji bo hev hêvî ne
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di destpêka xutbeyê de “Allah besî me ye, ew çi wekîlek xweşik e. Ew çi mewlayek xweşik e, ew çi alîkarek xweşuk e!“ (Âl-i İmrân, 3/173; Enfâl, 8/40) hat gotin û dû re derbarê mijarê de wisa hat gotin:

Gelî Muslumanan!

Em di nav 3 mehên ku ji bo me bi qîyme tin de ne. Vê şeva duşemê ya bi sêşemê ve girêdide ya pêşîya me şeva Beraatê ye. Vê şeva ji bo ku em ji gunehên xwe û tiştên ku ne li gor armanca xulqîyeta me ye tobe bikin û ji van gunehan beraat bikin firsetek e. Şeva me bimbarek be. Rebbê me vê şeva hanê bike tesellîyek ji bo dilê me yê ji ber erdhejê mehzûn bûye.

Gelî Muminên Ezîz!

Di rehberê jiyana me Qur’an-a pîroz de Xwedayê Teala wiha gotiye: وَلَا تَايْـَٔسُوا مِنْ رَوْحِ اللّٰهِۜ“ Ji rehmeta Xweda hêvîya xwe qut nekin.“ elê di qelbê muminekî/e ku bawerîyê bi Xweda anîye û xwe sipartîye Xwedê de ji bê hêvîyê re cîh tuneye. Hêvî, bi bawerîyek tam xwe sipartina li Xweda û rambûna hîkmetê ye. Hêvî, di alema hebûnê de bi xêra ew Xwedayê ku bi hîkmet û qudrete bi înayet û kerema wî nefes sitandin, dîtina hizûr û ewlehîyê ye.

Gelî Birayên Ezîz!

Ew Mislimanên ku bawerî bi eynî Xwedayî, bi eynî Resûlî, bi eynî kitêbî anîne û berê xwe dane eynî qibleyê hêvîya hev in. Misliman bi vî hawî li cem birayê xwe yê di tengasîyê de ne ne.

Gelî Muminên Bi Qîmet!

Em bawer dikin ku her şeva tarî ewê bi sibeheke bi nûr bi dawî bibe. Pisrgirêkên ku em dijîn jî wê bi îzna Xweda biqedin. Emê li dijî pirsgirêk û alozîyan bi ayeta نِعْمَ الْمَوْلٰى وَنِعْمَ النَّص۪يرُ ، حَسْبُنَا اللّٰهُ وَنِعْمَ الْوَك۪يلُ “Allah besî me ye, ew çi wekîlek xweşike. Ew çi mewlayek xweşik e, ew çi alîkarek xweşik e!“ bisekinin û emê van rojên wek şevên reş û tarî jî derbas bikin. Di çarçoveya îmana xwe de xwe bi yekîtîyê bigrin. Xwe bispêrin Rebbê xwe û di warê derbaskirina van rojên tarî de bişoxilin.  (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir