• DOLAR 32.568
  • EURO 35.315
  • ALTIN 2467.721
  • ...
Di qezaya trênê ya li Yewnanistanê de hejmarê mirîyan derket 57 kesan
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ji ber şewata ku di encama qezaya trêna bar û rêwîyan pêk hatibû de hejmarê mirîyan jî zêde dibe.

Di qezaya ku berî du rojan pêk hat de hejmarê mirîyan derket 57 kesan û 130 kesan jî birîndar bûn.

Piştî qezayê Wezîrê Veguhastinê Kostos jî îstîfa kir.

Serokwezîrê Yewnanistanê Kiriakos Miçotakisê ku çûbû cîhê bûyerê di daxuyanîya ku dabû de weha gotibû, “Piştî ev tiştê ez dikarim garantîya yek tiştekî tenê bidim. Em ê sedemên vê trajedîyê bibînin û ji bona ku cardin tiştekî ewakî pêk neyê çi ji destê me bê em ê hemûyan bikin.”

Hikumeta Yewnanistanê, piştî qezaya trênê 3 roj şîna neteweyî îlan kir. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir