Li Meksîkayê qezaya zincîrî: 3 mirî, 20 birîndar
Li Meksîkayê di encama qezaya ku 11 erebe tevlîhev bûn de 3 kesan canê xwe ji dest da, 20 kesan jî birîndar bûn.
Di qezaya ku li nêzê bajara Tolucaya Meksîkayê pêk hat de 2 jê otobûsên rêwîyan tev de 11 wesayît li hev qelibîn.
Di encama qezayê de 3 kesan canê xwe ji dest dan, 20 kesan jî birîndar bûn.
Piştî qezayê ji cîhê bûyerê re gelek ekîbên tenduristî hatin sewqkirin û mirovên birîndar jî bi ambûlansan ji nexweşxaneyê re hatin rakirin.
Hat destnîşankirin ku di qezayê de 2 otobûs, tirek, qamyonek û 7 erebe tevlî hev bûne.
Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)