• DOLAR 32.555
  • EURO 35.015
  • ALTIN 2436.792
  • ...
Serokkomar Erdogan: Çend rojên ‘ewil me nikaribû xebata ku dixwest bikirana, ez ji we helalîyê dixwazim
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan, di Navenda Koordînasyona AFADê yê li Semsûrê de daxuyanîyan da.

Erdogan weha got:

“Mixabin li Semsûrê ji ber tesîra erdhejê û zehmetiyên ku binesaziya xisar dîtiye di rojên ‘ewil de me nikarîbû xebata ku me dixwest li dar bixin. Ji bo vê ez ji we helalîyê dixwazim. Haya me ji her tiştî heye û bira şibheya kesê tinebe ku çi ji destê me hatîye me kirîye û em ê bikin jî.”

Bê cuda ew ê ji hemû kesê re 15 hezar Lîre alîkarîya barkirinê bê dayîn.

“Hejmarê qonitên ku xebatên temamkirina nêhirtina ‘erdê û merheleya lêkirina xanîyan gihaşt 309 hezarî.

Em ê li Semsûrê nêzê 50 hezar qonitan lê bikin. Li cîhên ku xebatên Herêmkirina Mîkroyê û etûta jeolojîkê qedîyane em di zûtirîn dem de tevirê lê dixin, em dest bi înşeatê dikin.

Xwedî li bajarên xwe derkevin, bajarên xwe yên bav û qalên xwe bi temamî bernedin û terk nekin. Em ê di dêla xanîyên ku xera bûne de xanîyên baştir, xweşiktir, ewle û nû lêbikin.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir